Kanala ROJAVA TV

ZAGONA MALBATÊ LI REQAYÊ BI KOMXEBATEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina zagona malbatê, komxebatek li bajarê Reqayê li dar xist.

Bi dehan endamên sazî, rêxistin û tevgerên jinan beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de madeyên zagona malbata, naverok û çawaniya pêkanîna wê hatin nîqaşkirin.

Her wiha mijarên weke avakirina malbateke demokrat û xurtkirina pergala bihevrejiyanê, bûne mijarên nîqaşê.

Beşdarên komxebatê jî nêrînên xwe anîn ziman.