Kanala ROJAVA TV

HUNERMEND BEYTOCAN DI ÇILROJIYA WEFATA XWE DE HATE BIBÎRANÎN

Yekîtiya Hunermendan a Kobanê bi serperştiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê, hunermend û rewşenbîrê Kurd Beytocan di çilrojiya wefata wî de bi bîr anîn.

Bi dehan siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend beşdarî merasîmê bûn û sînevîzyonek li ser jiyana Hunermend Beytocan û rêveçûna wî ya hunerî hate pêşkêşkirin.

Piştre gelek hunermendan stranên hunermend Beycotan gotin.

Beytocan di 1955′an de li navçeya Farqînê ya Amedê hate dunyayê û di darbeya leşkerî ya 12′yê Îlonê de hate girtin û 6 salan di girtîgehê de ma.

Beytocan 4 album derxistin û albuma wî ya bi navê ′Yan mirin yan Diyar Bekir′ li Tirkiyeyê hate qedexekirin.

Hunermendê Kurd Beytocan, roja 12’yê Îlonê, ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke Swêdê koça dawiyê kir.