Kanala ROJAVA TV

DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO ROJ BI ROJÊ LI CÎHANÊ BILIND DIBE

Jinên li kantona Şehbayê pêngava ji bo Azadiya rêber Apo silav kirin û Ji Rojava TV re anîn ziman ku bi têkoşîna xwe ew ê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

25 sal in Rêber Abdullah Ocalan li gireva Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, û ev 31 mehin tu agahî ji Rêber APO nayê wergirtin.

10’ê Cotmehê li 74 welatan bi armanca azadiya Rêber APO pêngavek hat destpêkirin û ev 15 roj in pêngav didome.

Têkildarî pêngaza ji bo azadiya rêber APO Endamên Mala Jin a Navçeya Ehrezê a Şehbayê ji Rojava Tv re gotin, pêwîste her kes ji bo azadiya rêbertî dengê xwe bilind bike.

Li aliyekî din, Endama Komîteya Perwerdeyê ya Encumena Dada jin a Efrîn-Şehba Nazlî Şêxo diyar kir ku bi vîn û têkoşîna xwe ew ê xwedî li felsefeya Rêber APO derkevin

Kurdên li çar aliyên Kurdistan û cîhanê her wiha kesên ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer roj bi roj tevlî pêgava ” Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ” dibin.