PARÊZERÊN RÊBER APO CAREKE DIN SERLÊDAN KIRIN
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna hevdîtinê careke din serî li aliyên peywendîdar dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo pêkanîna hevdîtina bi Rêber APO re, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Her wiha ji bo hes rê girtiyên din ên li Îmraliyê jî serlêdan hate kirin.
Tevî ku parêzerên Rêber APO, li gorî yasayên dewleta Tirk her hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin.
Ji 25’ê Adara sala 2021’an ve ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayêne wergirtin.