JI BO VEGERANDINA ÇANDA KURDÎ NAVENDA ÇAND Û HUNERA BAQÎ XIDO ODEYÊN JI AX Û KELPÎÇAN AVA DIKE
Ji bo vegerandina çand, kultûr û folklora kurdî navenda çand û hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê odeyên ji ax û kelpîçan ava dikin.
Çêkirina van odeyan ji şêweyên malên kurdan ên Kevin yên li Kobanê hatiye girtin.
Piştî temamkirina vê pirojeyê, dê bibe mûzexaneyek ji mîrasa kurdî û ji bo pêşkêşkirina bername û şevbuhêrkên mîras û helbestan.
Rêveberê Beşa Folklora Kurdî li bajarê Kobanê Kamil Hesen diyar kir ku dijmin hewl dide bi êrîşan çanda wan qir bike lê heta ew karbin wê bi her awayî çanda xwe biparêzin.