4’EMÎN MÎHRÎCANA ŞEHÎD BAWER AGIR HAT LIDARXISTIN
Bi dirûşma ‘Bi rihê berxwedana gerîla em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin û di cenga azadiyê de bi ser bikevin 4’emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir a çand, huner û werzîşê li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Mîhrîcan ji bo rojekê tenê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hat organîzekirin.
Diviyabû mîhrîcan di 11’ê Cotmehê de hatiba lidarxistin û 2 rojan dewam kiriba. Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat paşxistin.
Di mîhrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Herêma Firatê, Mihemed Mehmûd behsa şehîd Bawer û têkoşîna wî ya gihandina gelên herêmê ber bi aramiyê ve kir.
Piştre koma Botan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê stran gotin û Koma Şîlan jî govend gerandin.
Her wiha pêşbirka kişkê, maratona biskîlêtan û lîstikek futbolê hatin organîzekirin.
Bawer Agir 13’ê Cotmeha 2019’an di encama bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bû.