REWŞENBÎRÊN HERÊMA CIZÎRÊ HELBESTVANÊ KURD CEGERXWÎN BI BÎR ANÎN
Yekitî, Tevger û Desteyên Çandê yên li herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê helbestvan û nivîskarê Kurd Seydayê Cegerxwîn li Qamişlo bi bîr anîn.
Helbestvanê Kurd Seydayê Cegerxwîn, di 39’emîn salvegera wefata xwe de, li ser gora xwe ya li bajarê Qamişlo hate bibîranîn.
Di merasîmê de li ser navê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê axaftin hat kirin, piştre peyama malbata helbestvan Seydayê Cegerxwîn hat xwendin.
Di peyamê de hate destnîşankirin ku yekîtiya Kurdan armanca helbestvan Cegerxwîn a sereke bû.
Her wiha helbestvan Gulal Kasanî û Beşîra Derwêş jî hin malik ji helbestên Seydayê Cegerxwîn xwendin.
Di dawiyê de Desteya Çandê kulîlk danîn ser gora Seydayê Cegerxwîn.