ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI QAMIŞLO DI ROJA 6’AN DE DIDOME
Beşdarên çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişlo ji Rojava TV re anîn ziman ku, ew ji fikir û felsefeya Rêber APO hêza xwe ya bilindkirina têkoşînê digirin.
Her wiha gotin, kes nikare gel û rêbertî ji hevdu qut bike.
Bi armanca piştgiriya pêngava” Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirisgirêka kurd re çareseriya siyasî” 17″ê cotmehê xelkên bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê li ber navenda UN a li bajarê Qamişlo lidarxistin.
Çalakiya konvedanê di roja xwa ya 6’an de bi bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û bi tevlîbûna Şaredariyên gel, desteyên Sivîl û Tenduristiyê ya Qamişlo didome.
Beşdarên çalakiyê ji Rojava TV re axivîn û tekez kirin ku azadiya Rêber APO, azadiya tevahî gelan e.
Her wiha beşdaran diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê di nava çalakiyan de bin.
Li gorî komîteya amadekar a çalakiya konvedanê, biryar e sibe çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe û dê rêzeçalakiyên wan berdewam bikin.