Kanala ROJAVA TV

XELKÊN HERÊMA FIRATÊ CENAZAYÊ 3 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN

Bi hezaran xelkên herêma Firatê cenazayê Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 şervanên QSD bi merasîmek girseyî li goristana şehîd Dicle oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Şêx Nebî her wiha Şervanê QSD Serwet Ehmed bi nasnav Dozvan Qasim û Ednan Şêx Mihemed bi nasnav Berçem Kobanê, dema ku li ser erkên xwe bûn gihaştin asta şehadetê.
Di merasîma oxirkirinê de sersaxî ji bo malbatên Şehîdan hat xwastin her wiha soza pêkanîna xeyalên şehîdan û bidestxistina serkeftina li hemberî dijmin hat dayîn.
Paşê nasnameyên Şehîdan hatin xwendin û radstî malbatên wan hat kirin.
Cenazeyê her 3 Şehîdan bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmên şehîd namrin hatin veşartin.