RÊVEBERIYA XWESER: DAGIRKERIYÊ DI 5 ROJAN DE 508 ÊRÎŞ PÊK ANÎN
Têkildarî bîlançoya Rêveberiya Xweser a girêdayî êrîşan, Hevserokê Encumena Cîbcîkar a herêma Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku Dewleta Tirk bi êrîşên xwe gelê herêmê ji çavkaniyên jiyanê bê par dihêle.
Her wiha anî ziman ku gelê herêmê û Rêveberiya Xweser dê bi hev re li ber xwe bidin.
18’ê vê mehê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê aşkere kir.
Li gorî Rêveberiya Xweser, dagirkeriyê ji 5 heta 9’ê cotmeha îsal 508 êrîş li dijî herêmê pêk anîne û di encamê de 44 kes şehîd bûne.
Têkildarî bîlançoya Rêveberiya Xweser a girêdayî êrîşan, Hevserokê Encumena Cîbcîkar a herêma Cizîrê Telet Yûnis beşdarî bernameyek taybet a Rojava TV bû.
Telet Yûnis got, Dewleta Tirk bi êrîşên xwe gelê herêmê ji çavkaniyên jiyanê bê par dihêle.
Her wiha Telet Yûnis anî ziman ku gelê herêmê û Rêveberiya Xweser dê bi hev re li ber xwe bidin.
Li gorî bîlançoya Rêveberiya Xweser di êrîşên dagirkeriyê de 2 nexweşxane, 48 dibistan û akademiyeke Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bi temamî hatine rûxandin.
Her wiha 3 navendên pîşesaziyê jî hatine jinavbirin.