Kanala ROJAVA TV

7 SAL DI SER RIZGARKIRINA BAJARÊ REQAYÊ RE DERBAS DIBIN

20 Cotmehê anku sibe 7 sal di ser Rizgarkirina bajarê Reqayê ji Çeteyên DAIŞ’ê derbas dibin.

Şervanên ku beşdarî Pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bûne, ji Rojava Tv re hûrgiliyên pêngavê vegotin û destnîşan kirin ku bajêr sembola tarîtiyê bû, niha bûye sembola Demokrasiyê.

Bajarê Reqayê ku çend salan şahidî ji hovîtiya DAIŞ’ê re kir di 17 Cotmehê ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin.

Pêngava rizgarkirinê 134 rojan dewam kir û şervanên QSD’ê di 20’ê Cotmehê de serkeftin ragihandin.

Şervanên ku beşdarî Pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bûne, ji Rojava Tv re hûrgiliyên pêngavê vegotin.

Şervanan destnîşan kirin ku Bajarê sembola tarîtiyê bû, niha bûye sembola Demokrasiyê.

Di nava 7 salên dawiyê de bajarê ku bûbû sembola zilm û tarîtiyê niha bûye bajarê sembola xwişk û biratiya gelan, Ev 7 sal in pêkhateyên Reqayê mil dane hev û bajarê xwe ji nûve ava dikin.