PARTIYÊN SIYASÎ BI MITÎNGEKÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN
Partiyên Siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li Hesekê mitîngek li dar xistin.
Bi dehan nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd û oldar beşdarî mitîngê bûn û pankartên ′Balafirên Tirkiyê li asîmanê me qedexe bikin′ rakirin.
Di mitîngê de daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin dewleta Tirk a dagirker bi hincetên derew li dijî gel komkujiyan pêk tîne û tawanên dermirovî dike.
Her wiha hate diyarkirin ku armanca Tirkiyê jinavbirina projeya Rêveberiya Xweser e û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku qada hewayî li pêşiya dagirkeriya Tirk bigrin.
Di dawiyê de beşdaran dosya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmê radestî berpirsên baregeha Hevpeymaniya navdewletî kirin.