Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DEWAM DIKIN

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, endamê desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm got , Tirkiyê dixwaze destkeftiyên gel têk bibe.
Her wiha diyar kir ku nûnertiyên Rêveberiya Xweser ên li derveyî welêt ji bo rawestandina êrîşan di nava xebatê de ne.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, endamê desteya Rêveber a Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm ji Rojava TV re nirxandin kir.

Xalid Îbrahîm got ku dewleta Tirk bi rêya êrîşên dagirkeriyê dixwaze destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Her wiha Xalid Îbrahîm diyar kir ku nûnertiyên Rêveberiya Xweser ên li derveyî welêt ji bo rawestandina êrîşan di nava xebatên dîplomasî de ne.

Pêkhateyên herêmê tekez dikin ku ew ê li hemberî êrîşan serî netewînin û li dora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.