KOMÎTEYA PERWERDEYÊ DIBISTANEK LI BAJARÊ REQAYÊ VEKIR
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê îro bi şahiyekê dibistana El- Reşîd li bajêr vekir.
Beşekî mezin ji Dibistana El- Reşîd ji ber şerê DAIŞ’ê wêran bibû, lê piştî rizgarkirinê, komîteya perwerdeyê dest bi proseya çaksazkirinê kir.
Piştî avakirina dibistanê, komîteyê îro bi şahiyekê deriyê dibistanê li pêşiya xwendekaran vekir.
Dibistan bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên xwendekaran hate vekirin.
Cîgirê Hevserokatiya Encumena Sivîl a Reqayê Ebdulselam Hemsorik got ku, dibistana El- Reşîd li cem xelkê Reqayê xwedî taybetmendiyeke taybet e.