Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÊ PIŞTIGIRIYA PÊNGAVA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN KIRIN

Xelkên Efrîn û Şehbayê tevlî Pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ bûn û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya rêber APO têbikoşin.

Bi dehan endamên sazî, partî, tevgerên siyasî, oldar û Encumena Kantona Efrîn û Şehbayê li Parka 4′ê Nîsanê ya gundê Maratê a navçeya Ehdasê kom bûn û dauxyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareseriya siyasî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û Rojhilata Navîn hate kirin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.