WEQFA JINA AZAD ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZAR KIR
Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi daxuyanîyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya navenda Weqfê ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku partiya AKP-MHP ji bo aramî û ewlehiya herêmê têk bibe bi behaneyan êrîşî herêmê dike.
Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya balafirên xwe binsaziya herêmê hedef digire û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne, bi vê yekê zagonên navneteweyî bin pê dike lê sekna pêkhateyên herêmê ya li beramberî planên dewleta Tirk bersiva herî rast ji bo van siyastên wê ye.
Di dawiyê de bang li hemû rêxistin û komeleyên zagonî û mirovî hate kirin ku li pêş planên dewleta Tirk yên ji bo têkbirina projeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.