Kanala ROJAVA TV

XELKÊN HERÊMÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN PEYAMA BERXWEDANÊ BERZ DIKIN

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, Xelkên bajarê Kobanê tekezî li ser domandina berxwedanê kirin û gotin, wê armancên dagirkeran pêk neyê.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xelkên herêmê peyama berxwedanê beriz dikin.

Li ser mijarê, Xelkên bajarê Kobanê ji Rojava TV re anîn ziman ku, dewleta Tirk bi sûcên xwe yên şer dixwaze herêmê vala bike û vîna gel bişkîne.

Xelkên Rojavaê li hemberî êrîşên dagirkeriyê tekezî li ser domandina berxwedanê kirin û gotin, wê armancên Erdogan ên faşist pêk neyê.

Li gorî daxuyaniyên fermî ji saziyên Têkildar ên Rêveberiya Xweser di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 182 deverên xizmetê bi temamî hatin rûxandin.

Her wiha li gorî Ofîsa Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser di van êrîşan de 11 stasyon û saziyên Kehrebeyê ji xizmetê derketine.