Kanala ROJAVA TV

GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ TEVLÎ PÊNGAVA JI BO RÊBER ABDULLAH OCALAN BÛN

Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihandina tevlîbûna xwe ji pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a di asta cîhanê de hatiye destpêkirin kir

Daxuyanî bi beşdarbûna gelê herêmê, nûrer û endamên Rêveberiya Xweser, rêxistinên sivîl-civakî, parsityên siyasî, rûsipiyên eşîrên Kurd û Ereb, rêxistinên jin û ciwanan, Tevgera Civaka Demokratîk bi zimanê Kurdî-Erebî li stadyoma şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo hate xwendin

Di dxuyanîyê de hate gotin li 74 navendên cîhanê pêngav hatiye destpêkirin û Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tevlî pêngavê dibe û bi milyonan Kurd Rêber Abdullah Ocalan weke vîna xwe ya sîyasî dibînin, her wiha Ereb, Sûryan û gelek neteweyên ji seranserî cîhanê jî wî weke rêberê xwe bi nav dikin ji bo pirsgirêkên gelên bindest komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberên newekhevîyê weke vîna çareserî û aşitîyê tê dîtin. Lewma weke Rêberê Gelan tê qebûlkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin Rêber Abdullah Ocalan, 25 sal in di girtîgehekê de bi tenê tê hiştin bi salan tekîlîyên wî bi cîhanê, malbata û parêzeran wî re hatiye qutkirin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dozek cîhanî ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkek navnetewî ye. Ji ber vê yekê Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya Ji Rêber Ocalan re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî tevlî pêngavê dibe