XELKÊN HESEKÊ 6 CANGORIYÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN
Xelkên Hesekê îro cenazeyên 5 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir, her wiha cenazeyê welatiyê sivîl Îskender Hiso yê 4`ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Hesekê de şehîd bûye, oxir kirin .
bi sedan pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî merasîmê bûn .
bi navê encumena Malbatên Şehîdan, PYD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin û peyamên yekîtiyê hatin dayîn .
Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên 4 Şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin, her wiha Cenazeyê 2 şehîdan ji bo goristanên Til Hemîs û Şedadê hatin bi rêkirin .