Kanala ROJAVA TV

XELKÊN DÊRIKÊ BI MERASÎMEKÊ BI HEYBET 10 ŞEHÎDÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ OXIRKIRIN

Xelkên Dêrikê bi Merasîmeke bi heybet 10 Şehîdên Hêzên Ewlekariyê Oxirkirin û tekez kirin ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî dê siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk vala derxînin .

Xelkên Dêrikê bi merasîmekê bi heybet 10 şehîdên endamên Hêzên Ewlekariya Hûndirîn li goristana Ş.Xebat Dêrik oxirkirin .

Di seatên Sibehê de xelkên Dêrikê ji bo rakirina darbestên her 10 şehîdan li Nexweşxaneya Niştîmanî ya Dêrikê li hev kom bûn û berê xwe dan goristanê .

Li goristanê bi beşdarbûna bi hezaran ji xelkên herêmê merasîma şehîdan bi xuleyeke rêzgirtin destpê kir .

li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hûndirîn axaftin hat kirin hate gotin ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî dê siyasetên qirkirina yên dewleta Tirk vala derxînin .

di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û di bin dirûşmeya Şehîd Namirin û tiliyên dayîkan cenazeyên şehîdan hatin oxirkirin .