Kanala ROJAVA TV

TIRKIYÊ ŞERÊ QIRKIRINA PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIMEŞÎNE

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hevserokê TEV- DEM’ê Xerîb Hiso dibêje, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze gelê Kurd qir bike.
Her wiha diyar kir ku, helwesta gelê herêmê ya li dijî êrîşan, helwesteke xurt e.

Dîmenên bombebaranakirina binesazî û çavkaniyên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 4’ê cotmehê ve, bi balafirên şer, dron û çekên giran û bi hovîtiyeke mezin êrîşî sivîl, hêzên ewlekariyê û jêrxaneya herêmê dike.

Hevserokê TEV- DEM’ê Xerîb Hiso dibêje, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze gelê Kurd qir bike.

Her wiha Xerîb Hiso diyar kir ku, helwesta gelê herêmê ya li dijî êrîşan, helwesteke xurt e.

Dagirkeriyê di navbera 4 û 11`ê Cotmehê de komkujiyên hovane li dijî herêmê pêk anîn ku di encamê de 47 kes şehîd bûn û bi dehan cihên xizmetê hatin rûxandin.