KOMÎTEYA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ: DAGIRKERIYÊ ÇEKÊN GIRAN LI DIJÎ SERÊKANIYÊ BIKAR ANÎ
Endamên komîteya koçberên Serê Kaniyê ji Rojava Tv re derbarê dagirkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî helwesta xwe nîşan dan û gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê xelkên Serê Kaniyê koçber kirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 9 cotmeha 2019’an de êrîşî bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî kir.
Di encamê de xelkên resen yên bajarê Serê Kaniyê koçber bûn.
Her wiha ji dema dagirkirinê ve dagirkeriya Tirk li wan herêman guhertinên demugrafîk çêdikê.
Derbarê mijarê de endamên komîteya koçberên Serê Kaniyê axivîn û gotin ku, ev mehek e bi êş ji xelkên serêkaniyê re ye.
Ji aliyekî din ve endamên komîteya koçberên Serêkaniyê gotin ku divê neteweyên yekbûyî û rêxistinên mirovî helwesteke cidî li hember binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk bigre.
Endamên komîteyê di dawiyê de anîn ziman ku xelkên Serêkaniyê bi berxwedaniya xwe tên naskirin û tevî ku koçber in jî lê bexwedana wan xurtir dibe û ew li hêviya vegera li cih û warên xwe ne.