Kanala ROJAVA TV

XELKÊ KOBANÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN

Xelkê Kobanê bi Meşekê, Êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Herêmê Şermezar kirin û banga sînordarkirina êrîşên tirkiyê kirin.

Meşvanan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên “Em banga qedexeya qada hewayî dikin”, “Vîna me ji terora we bi hêztir e”, hildan .

Di meşê de daxuyaniyek hate xwendin û tê de hate gotin ku bêdegiya Civaka Navdewletî li hember Êrîş û Sûcên Dewleta Tirk, Nîşaneya Hevkariya bi dewleta tirk re ye .

û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin li hember êrişan bisekinin.

Çalakî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû .