Kanala ROJAVA TV

ARTÊŞA QIRKER LI DIJÎ SIVÎLAN Û HÊZÊN EWLEKARIYÊ KOMKUJIYAN PÊK TÎNE

Di nava van 5 rojên êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmê de, bi dehan sivîl û endamên hêzên Ewlekariyê hatin şehîdxistin.

Dagirkeriyê li pêşiya çavên cîhana bêdeng komkujiyên hovane pêk anîn.

Erdnîgariya di navbera her du çemên Dîcle û Firatê de, bi destê artêşa barbar û qirker, di nava gola xwînê de digevize.

Dewleta Tirk a dagirker ev 5 roj in çavkaniyên jiyanê yên zêdetirî 5 milyon welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirûxîne.

Artêşa hov ku bermahiya Împeratoriya Osmanî ya xwîndar e, ji bilî hedefgirtina jêrxane û deverên xizmetguzariyê, komkujiyên hovane, li dijî parêzvanên herêmê û sivîlên masûm pêk tîne.

Dagirkeriyê duh careke din li pêşiya çavên cîhana ker û lal, tundrewî û dîroka xwe ya bi xwîna gelan dagirtî, da der.

Duh di demjimêrên berêvarî de, dagirkeriya Tirkiyê di çarçoveya planên xwe yên qirkirina gelan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser de, li gundê Mestûrê yê navçeya Eyn Îsayê komkujiyeke hovane pêk anîn.

Dema ku zarokên bi navên Nadiya El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) di hundirê mala xwe de bûn, top bi ser wan da hatin barandin û di encamê de her du zarok şehîd bûn.

Duh bi hilhatina tîrêjên rojê re, 5 jinên kedkar li navçeya Zirganê berê xwe dan nava zeviyên xwe yên çandiniyê, da ku bixebitin.

Di dema ku her 5 jinên kedkar xebatên çandiniyê dikirin, bûne armanca topbaranên bêserûber ên dagirkeriyê.

Di encamê de her 5 jin birîndar bûn û yekê ji wan her du lingên xwe ji dest dan.

Roja 8’ê cotmehê jî dagirkeriyê akademiyeke Asayîşê li Dêrikê kir hedef û komkujiyeke hovane li dijî parêzvanên ewlekariya herêmê pêk anîn ku di encamê de 29 parêzvanên rûmetê şehîd û 28 jî birîndar bûn.

Bi heman awayî li gundê Til Hebeş ê navçeya Amûdê jî 6 endamên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn şehîd bûn.

Li herêmên Firatê û Cizîrê jî dîsa di encama bombebaranên dagirkeriyê de zêdetirî 8 sivîl şehîd bûn.