Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER TEKEZIYÊ LI SER MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIKE

Cîgirê Hevserokatiya Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman dibêje, Tirkiyê dixwaze demografya herêmê biguherîne.

Her wiha diyar dike ku, take rêya valaderxistina planên dagirkeriyê, berxwedanî û têkoşîn e.

Ev 5 roj in dewleta Tirk a dagirker bi hovîtiyeke ne ji rêzê, çavkaniyên jiyanê yên zêdetirî 5 milyon welatiyên herêmê dirûxîne.

Ji bilî hedefgirtina jêrxaneya herêmê, dagirkerî sivîlên herêmê û hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef digre.

Cîgirê Hevserokatiya Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman dibêje, Tirkiyê dixwaze demografya herêmê biguherîne.

Her wiha Yasir Silêman diyar dike ku, take rêya valaderxistina planên dagirkeriyê, berxwedanî û têkoşîn e.

Ji destpêka cotmehê ve, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 150 deverên xizmetê û navenên ewlekariyê bombebaran kirine ku di encamê de zêdetirî 45 kes şehîd bûne.