ŞÊNIYÊN MINBICÊ LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ MEŞIYAN
Şêniyên bajarê Minbicê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, xwepêşandan lidarxistin.
Xwepêşandan ji Çerxerêya El Mîzan dest pê kir û bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komploya li dijî Serok APO û êrîşên dewleta Tirk li çerxerêya El Delê veguherî mîtîngê.
Şêniyan di mîtîngê de diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berdewama Komploya Navneteweyî ne.
Her wiha şêniyan soza rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan dan.