ŞÊNIYÊN HESEKÊ LI DIJÎ KOMPLO Û ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK MEŞIYAN
Şêniyên kantona Hesekê li dijî komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên dewleta Tirk daketin qadan û tekezî li ser bilindkirina asta berxwedanê kirin.
Meş ji Çarxerêya Sebax a taxa Mişêrfê dest pê kir û heta Çarxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer berdewam kir.
Di meşê de pankertên bi nivîsên wek “Bi yekîtiya gelan em ê êrîşên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin” hildan.
Meş li Çarxerêya Sînalko veguherî mitîngê.
Di mîtîngê de hat diyarkirin ku armanca komployê şikandina vîna gelan, têkbirina projeya demokratîk û tunekirina nasnameya Kurdan bû.
Her wiha hat gotin, êrîşên dewleta Tirk û komploya navnetewî nikarin vîna civakê têk bibin, şêniyên herêmê bi şehîdên xwe li ber xwe dide.