Kanala ROJAVA TV

XELKÊN REQAYÊ BANGA RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KIRIN

Xelkên Reqayê bi boneya salvegera dagirkirina SerêKaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve xwepêşandanek girseyî li dar xistin, û banga rizgarkirina tevahî Herêmên dagirkirî kirin .
Xwepêşandan ji qada Encumena Giştî destpêkir û li Çerxereya El Neyîm a bajêr veguherî mîtîngê .
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin, Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî sûcêên herî xirab li dijî şêniyên wê yên resen pêk tîne .
di heman demê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku erkên xwe bînin cih û dawî li dagirkeriyê bînin .