LI DIJÎ KOMPLO Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ, XELKÊN QAMIŞLO DAKETIN QADAN
Ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker Xelkên Qamişlo bi dirûşmeya “Bi yekîtiya gelan em ê êrîşên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber APO azad bikin” Meşeke girseyî lidarxistin.
Di xwepêşandanê de, Tevahî pêkhateyên herêmê ên Kurd Ereb û Suryan beşdar bûn.
Xwepêşandêran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî berz kirin.
Her wiha xwepêşandêran êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê Şermezar kirin.