DESTEYA ÇANDÊ YA HERÊMA FIRATÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ŞERMEZAR KIR
di heman çarçoveyê de Desteya Çandê ya herêma firatê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên li dijî Rojava berdewamiya komploya li dijî Rêber APO ye.
Desteya Çandê di daxuyanya xwe de got, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo ye, her wiha bi armanca têkbirina aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser pêk tên.
Desteya Çandê ya herêma Firatê êrîşên dewleta tirk ên hovane şermezar kir û bang li aliyên garantor kir ku bi lez bi rola xwe rabin û êrîşên dewleta Tirk rawestînin.