RÊXISTINÊN JINAN ÊN REQAYÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIRIN
Rêxistinên Jinan ên Reqayê bi Çalakiyekê Êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Herêmê Şermezar kirin, û destnîşan kirin ku dê hevgirtina Pêkhateyan êrîşên dagirkeran vala derxîne.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin , dewleta Tirk bi Êrîşên xwe armanc dike ku Tevleheviyê derxîne û derbeyekê li aramiya Herêmê bixîne .
Her wiha hate destnîşan kirin ku ji ber Serkeftina fikrê Neteweya Demkratîk û hevgirtina Pêkhateyên herêmê dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne .
di dawiyê de Rêxistinên Jinan ên Reqayê destnîşan kirin ku dê li hember Êrîşan hevgirtî bin û planên dagirkeran têk bibin .