Kanala ROJAVA TV

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI REQAYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Welatiyên Reqayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û li hember êrîşan banga bilindkirina Asta Têkoşînê kirin.

Di meşê de dirûşmên ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’, ‘Bijî berxwedana gelan’, ‘Bijî QSD’ û ‘Bimire dewleta Tirk a faşîst’ hatin berzkirin.

Her wiha daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin ku armanca ji van êrîşan şikandina îradeya jinên azadxwaz e.

Di heman demê de hate destnîşankirin ku ew nahêlin dijmin armancên xwe pêk bîne û împoratoriya Osmaniyan zindî bike.