Kanala ROJAVA TV

XELKÊN DIRBÊSIYÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ RED KIRIN

Bi Sedan Xelkên navçeya Dirbêsiyê, Endamên Saziyên Sivîl û Encumenên sivîl bi armanca şermezarkirina êrîşên Dagirkeiyê yên li dijî Herêmê, daketin qadan û banga Rawestandina êrîşan kirin.

Xwepêşandan ji qada Jinê dest pê kir û li Çarexerya Gardînya a Navçeyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina Saziyên xizmetguzariyê re armanc dike ku herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Xwepêşandêran tekezî bi bilindkirina asta Têkoşînê li Hember êrîşên dagirkeriyê kirin.