DEWLETA TIRK BÊ NAVBER ÊRÎŞÎ HERÊMÊ DIKE
Endamê Ofîsa Têkilyan ê MSD’ê Baqî Hemze anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hewl dide aloziyekê li herêmê derxe.
Her wiha Hunermend Beha Şêxo jî êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li dewletên navnetweyî û hemû kurdan jî kir ku hevgrtî bin û li hember van êrîşan bisekinin.
Ji 5 Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne .
Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe de binsaziya herêmê û navendên xizmetê dike hedef .
Girêdayî mijarê Endamê Ofîsa Têkilyan ê MSD’ê Baqî Hemze anî ziman ku dewleta Tirk armanc dike bi êrîşên xwe li ser binesaziya herêmê aloziyekê di herêmê de derxe.
Her wiha Hunermend Beha Şêxo êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û bang li dewletên navnetweyî û hemû kurdan jî kirin ku hevgrtî bin û li hember van êrîşan bisekinin.
Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê ji bo vala kirina herêmê lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî dest ji mal û milkên xwe bernadin û tu carî êrîşên dijimin tirşê naxe dilê wan de .