Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA KEDKARAN A REQAYÊ KONGREYA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Yekîtiya Kedkaran a bajarê Reqayê kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist û tekezî li ser başkirina rewşa kedkaran kir.

Bi dehan endamên yekîtiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de karûxebatên yekîtiyê û astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.

Her wiha di kongreyê de tekezî li ser pêşxistina karê yekîtiyê û peydakirina derfetên kar hate kirin.