ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIDOMIN
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê,
siyasetmedarên bajarê Hesekê ji Rojava TV re diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava ji planên dagirkirin û qirkrina xelkê herêmê ye.
Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrîşkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşî Rojava dike û teqîna li dijî Wezareta Karê Hundir yê li Enqereyê weke buhane nîşan dide,
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Siyasetmedarên bajarê Hesekê ji Rojava TV re nirxandin kirin.
siyasemedaran diyar kirin ku, êrîşên li dijî rojavaji planên qirkrina gel e.
Her wiha Siyasemedaran gotin, dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe zagon û pîvanên navnetewî binpê dike.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca şikandina vîna xelkên herêmê û têkbirina aramiyê raserast çavkaniyên jiyanî, zimat û petrolê dike hedef.