JI BER BOMBEBARANÊN TIRKIYÊ ZIRAREKE MEZIN GIHIŞTIYE BINESAZIYA HERÊMÊ
ji ber bombebaranên dewleta Tirk a dagiker li herêma Cizîrê nêzî 2 milyon mirov bê av, ceyran û xaz man.
Xebatên bi dehan nexweşxane, binkeyên tenduristiyê û saziyên xizmetguzariyê jî hatin asta rawestînê.
pêhtir di vê raporê de …
dewleta Tirk a dagirker ev 3 roj in navend û saziyên xizmetguzariyê ku li gorî peymanên navnetewî jî qedexe bêne hedefgirtin, bombebaran dike.
Di êrîşên ku hîn jî didomin de, bi temamî binesazî û pergala xizmetguzariyê hedef tê girtin.
Balafirên dagirkeran heta niha bi dehan deverên herêma Cizîrê ku gelek saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê lê hene, nêzî 60 caran bombebaran kirine.
Li Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê santralên ceyranê û îstasyonên avê, bîrên neftê bûn hedefa dagirkeran.
Her wiha Di êrîşan de heta niha 12 kes şehîd û 12 jî birîndar bûne .
li gelek deverên bajaran, ceyran û av qut bû. Herî dawiyê bi êrîşên li ser santrala ceyranê ya Siwêdika ya li Dêrikê re pergala ceyran û avê têk çû .
Bi dehan nexweşxane û sedan saziyên xizmetguzariyê kar dimeşînin. Bi bombebarana Siwêdîka re, ceyrana 2 milyon mirovî qut bû .
Li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Şedadê 5 nexweşxaneyên navendî, 15 nexweşxaneyên taybet û 35 binkeyên tenduristiyê ku rojane bi sedan însan tên dermankirin hene.
Li herêma Cizîrê tevahiya stasyonên avê bi ceyranê kar dikin. Ceyrana piraniya wan jî, ji santrala Siwêdîkê tê. Lewma li gel bombebaranê û qutbûna ceyranê piraniya stasyonên avê jî sekinîn.
Di rewşa niha de nêzî 2 milyon mirov û sedan saziyên xizmetguzariyê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne.
Siwêdikê di heman demê navenda xaza ku ji bo malan, aşxane û saziyan tê belavkirin e. li vê navendê rojane 13 hezar qenîneyên xazê tên derxistin û belavkirin.
Lê piştî bombebaranê di warê xazê de jî wê zehmetiyek mezin bê kişandin .