Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK HEDEFGIRTINA AVAHIYÊN STRATEJÎK ÊN HERÊMA CIZÎRÊ DIDOMÎN E

Balafirên şer û yên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina avahiyên stratejîk ên herêma Cizîrê didomînin .

Herî dawî balafirên dagirkeran cihê parzûnkirina petrolê ya li nêzî stasyona Siwêdiyê ,stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê û istasyona ceyranê ya Qamişlo bombebaran kirin

Balafirên şer û yên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina avahiyên stratejîk ên herêma Cizîrê didomînin .

îro Di seatên nîvro de Balafirên dewleta Tirk a dagirker cihê parzûnkirina petrolê ya li nêzî stasyona Siwêdiyê û stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê bombebaran kirin .

Di heman demê de balafireke bê mirov û bi çek a dewleta dagirker stasyona kehrebeyê ya li rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir. Di encamê de agir bi stasyonek ket û ji xizmetê derket.

Her wiha istasyona ceyranê ya li taxa Meysenun a Qamişlo careke din bombebaran kir. Di Encamê de ziyana madî çêbû.

Balafirên dewleta dagirker duh jî heman istasyon bombebaran kiribû û di encamê li îstasyonê şewat derketibû.

Her wiha balafiran cihên gaz û petrolê yên ku dikevin sînorên navçeya Dêrikê hedef girtin.

Doh jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Korona ya gundê Girê Vira ya bajarê Dirêkê hedef girt.

Di encama bombebaranê de nexweşxane hat rûxandin û zirarên madî çêbûn.

Di heman demê Artêşa Tirk a dagirker bi obîsan gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê da ber topan .

Her wiha balafirên dagirkeran noqteya hêzên Hikûmeta Şamê ya li navbera gundên Aqîbê û Soxanekê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir.

Di bomberanê de leşkerek birîndar bû.