33 PARTIYÊN SIYASÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZAR KIRIN
33 partiyên siyasî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
33 partiyên siyasî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku dewleta Tirk ji 4’ê mehê ve bi awayekî hovane binesazî û sivîlên herêmê hedef digire.
Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li beramberî van êrîşan hate rexnekirin û gotin: “Ev bêdengî rê li ber qirkirina gelê herêmê vekirin”.
Di heman demê de di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe vîna me naşkîne.
Di dawiyê de hate diyarkirin ku divê gelê Sûriyê û bi taybet pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van êrîşan hevgirtina xwe xurtir bikin.