Kanala ROJAVA TV

XELKÊN HERÊMÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN BI GIRSEYÎ HERIKÎN QADAN

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî li dijî êrîşan bi awayekî girseyî daketin qadan û tekez kirin ku heya dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehhezaran welatî herikîn qadan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Ev dîmenên xwepêşandana girseyî ya bajarê Qamişlo ne, xwepêşandêran daxwaza rawestandina êrîşan kirin û tekez kirin ku heta henaseya dawiyê ew ê têbikoşin.

Pêkhateyên kantona Hesekê jî bi girseyî herikîn qadan û tekez kirin ku, ew ê li dora projeya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kom bibin û herêmê biparêzin.

Ev der jî bajarê Kobanê ye, gelê Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û dirûşmeyên Berxwedan Jiyan e berz kirin.

Xelkên Kobanê tekez kirin ku çawa wan DAIŞ’ê di Kobanê de têk birin, ew ê faşîzma Erdogan jî birûxînin.

Welatiyên navçeya Amûdê jî bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî welatî û binesaziya herêmê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi her awayî şerê gelê herêmê dike û dixwaze aramiya herêmê têk bibe.

Her wiha welatiyên Amûdê tekez kirin ku wan rêya berxwedaniyê hilbijartine û dê planên dagirkeran vala derbixin.