ŞÊNIYÊN KOBANÊ LI DIJÎ KOMPLO Û TECRÎDÊ MEŞIYAN
Şêniyên Kobanê bi meşeke girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekezî li ser berdewamkirina têkoşînê heta azadiya Rêber APO kirin.
Meş bi diruşma “Bi rihê azadî û fedekariyê em ê bi ser bikevin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin” ji çerxereya navçeya Sirînê dest pê kir û ber bi navenda navçeyê ve bi rê ket û li pêş avahiya Şaredariya Gel a navçeyê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de daxuyaniyek hat xwendin û têde hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe komplo û hêzên tarî têk bir.
Şêniyan tekez kirin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê mezin bikin.