LI BAJARÊ REQAYÊ KONFERANSA 1′EMÎN A PARASTINA ZAROKAN LI DAR KET
Li bajarê reqayê bi beşdarbûna nêzî 50 kesî Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan li dar ket.
Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Mişwar a Reqayê bi diruşma ′Bi mezinkirina zarokan em civakê ava dikin û nifşê pêşerojê diparêzin ′ Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan li dar xist.
Di konferansê de nûnerên rêxistinên jinan li herêmê ,endamên nivîsgehên zarokan , kesayetên serbixwe , nûnerên ji rêxistinên herêmî û navneteweyî beşdar bûn .
di konferansê de axaftin ji aliyê cîgira hevserokatiya Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê û beşdarên konferansê ve hate kirin.