Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BANGA BILINDKIRINA BERXWEDANÊ HAT KIRIN

Derbarê êrîşn dewleta Tirk a dagirker de, Hevserokê Giştî yê PYD Salih Muslim, Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yusif nirxandin kirin.
Berpirsan di nirxandinên xwe de êrîşên li dijî Rojava wekî plana qirkirina kurdan bi nav kirin û bang li gelê herêmê kirin ku asta berxwedana xwe bilindtir bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Yêkîtiya Demokratîk PYD Salih Muslim derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji ajansa nûçeyan a Hewarê re nirxandin kir.

Salim Muslim diyar kir ku Êrişên îro li dijî Herêmê parçeyek ji planên li dijî Kurda ye.

Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo êrîşan Çalakiya li Enqereyê wekî hincet nîşan dide.

Salih Muslim bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşan weke rûreşiyek pênase kir.

Muslim destnîşan kir ku ew ê ji bo hebûna xwe heta dawiyê têbikoşin.

Li aliyekî din, Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd li ser Hesabê xwe yê X tiwîtek belav kir.

Bedran Çiya Kurd got, Gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û berdewamkirina êrîşên bi vî rengî wê bibe sedema karesatên mirovî her wiha wê rê bide ku rêxistinên terorîst û DAIŞ carek din xwe zindî bikin

Çiya Kurd bang li Civaka Navnetewî û Hêzên garantor kir ku helwestên zelal bidin, eger helwestekê nîşan nedin ev êrîş dê bibin sedema krîzên felaket û bandorên neyînî li ser her kesî bike..

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Ew li gel gelê xwe ne û ji bo parastina hebûn û destkeftiyên xwe bê dudilî ew ê xwedî li hemû mafên xwe yên rewa derkevin.

Her wiha Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yêkîtiya Demokratîk PYD Foza Yusif sersaxî ji malbatên Şehîdan û şîfaya acil ji bo birîndaran xwest, Foza Yusif bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk serî hildin û dengê xwe bilind bikin.

Foza Yusif anî ziman ku êrîşên li dijî Rojava şerê qirkirina gelê kurd e, her wiha hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê zagonên navnetewî binpê dike.

Foza Yûsif diyar kir ku Tirkiyê DAIŞ a nû ye, polîtîkayên wê yên terorîstî ne tenê li ser gelê herêmê lê belê ji bo tevahiya cîhanê xeter e.

Ji seatên sibehê ve, Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên şer û keşfê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de raghand ku, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 2 welatî û 6 endamên wê Şehîd bûne.