DEWLETA TIRK ASTA ÊRÎŞÊN XWE LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZÊDE KIRIYE
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseroka Encumena Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid diyar kir ku hêviyên wan ew e gelê herêmê li dijî êrîşan, asta berxwedan û rêxistnbûyîna xwe xurttir bikin.
Dewleta Tirk a dagirker di çaroveya siyaseta xwe ya qirkirinê de, êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhlatê Sûriyê zêde kiriye.
Îro, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê û yên şer seranserî herêm topbaran û bombebaran kir.
Têkildarî vê yekê, Hevseroka Encumena Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid ji Rojava TV re diyar kir ku Dewleta Tirk rasterast binasaziya herêmê, cihên xizmetê û sivîlan hedef girt.
Bêrîvan Xalid got, hêviyên wan ew e ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşan asta berxwedan û birêxistnbûyîna xwe xurttir bike.
Dewleta Tirk a dagirker bi nêzhatina salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, bi hinceta parastina ewlehiya sînorên xwe carek din êrîşî Bakur û Rojhlatê Sûriyê kir.