Bi rasthatina salvegera 4’an a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî xwepêşandan lidarxistin û banga vegera li warên xwe kirin.
Xwepêşandan ji pêşiya dibistana kampê dest pê kir û heta konê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatiye vedan, meşiyan.
Di xwepêşandanê de hate gotin ku tenê bi derketina dagirkeriyê, vegera li cih û war ne pêkan e.
Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestîne.
Di dawiya xwepêşandanê de sînefizyonek têkildarî jiyana aştiyane ya li bajêr, hate pêşandan.