Kanala ROJAVA TV

DAGIRKERÎ BÊ SER Û BER ÊRÎŞÊN XWE LI DIJÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÎ NÛ DIKE

Dewleta Tirk a dagirker ji danê sibehê ve êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî berçav zêde krine.

Xelkên Qamişlo ji Rojava Tv re axivîn û gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe nikare vîna gel têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker êrêşên xwe yên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.

Herî dawî îroj ji danê sibehê ve dagirkeriya Tirk êrîşên xwe yên bê ser û ber li seranserî herêmê zêde kirin û gelek dever bombebaran kirin.

Xelkên bajarê Qamişlo ji Rojava Tv re nerazîbûna xwe li hember hovitiya dewleta Tirk a dagirker dan û gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe nikare me bitirsîne.

Her wiha xelkên Qamîşlo gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ne nû ne û ji ber ku hesab jê nayê xwestin êrîşan zêde dike.

Her wiha xelkên Qamîşlo gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ne nû ne û ji ber ku hesab jê nayê xwestin êrîşan zêde dike.

Her wiha gotin: “Em ê heta dawî piştgirya Rêveberiya Xweser û hêzên QSD bikin.