LI KOBANÊ DERBARÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO DE CIVÎNEK HAT LIDARXISTIN
Ciwanên Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo danasîna komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêber APO, civînek li dar xistin.
Civîn li navenda Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi beşdariya bi dehan endamên malbatên şehîdan hat li dar xistin.
Di civînê de endamê rêveberiya Ciwanên Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Mihemed Mihemed axivî û got armanca komploya navneteweyî ji holê rakirina felsefeya Rêber APO bû.
Her wiha hate diyar kirin ku xewnên komplogeran têk çûn û bi milyonan kes li ser fikrê Rêber APO dimeşin.
Civîn bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser komployê bi dawî bû.