Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD NAGÎHAN AKARSEL LI BAJARÊ KOBANÊ HAT BIBÎRANÎN

Şehîd Nagîhan Akarsel bi merasîmekê li bajarê Kobanê hat bibîranîn û tê de soza berdewamkirina berxwedana jinan hate dayîn.
Merasîma bîranînê li parka Evînê ya Kobanê bi amadebûna bi dehan kesî hate lidarxistin.
li parkê wêneyên şehîd nagîhan akarsel hatin daliqandin û axaftin hatin kirin
di axavtinan de hate gotin , pergalên desthilatdar kesayetên pêşeng ên ku rola wan di pêşxistina civakan de heye, dikin hedef.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser şehîd Nagîhan Akarsel hat pêşandan.