Kanala ROJAVA TV

NIŞTECIHÊN KAMPA EDNANIYÊ YA REQAYÊ DAXWAZA XEBATÊN XIZMETÊ DIKIN

Niştecihên kampa Ednaniyê ya Reqayê ji rewşa xwe ne razî ne û daxwaza xebatên xizmetguzariyê dikin.

Her wiha diyar dikin ku ji ber nebûna dibistanan, zarokên wan ji mafên xwendinê bê par dimînin.

Ev kamp Endanîyê ya rojavayê bajarê Reqayê ye ku ji destpêka îsal ve ji aliyê Encumena Sivîl a Reqayê ve hatiye avakirin.

Encumena sivîl îsal dest bi rakirina kampên bêserûber kir û kampên giştî ji bo koçberan danîn.

Piraniya koçberên ku li van kampan dijîn, ji herêmên dagirkirî û herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de hatine.

Koçberên kampa Ednaniyê weha behsa rewşa xwe dikin.

Koçber diyar dikin ku ji ber nebûna dibistanan, zarokên wan ji refên xwendinê dûr dikevin û pêşeroja wan têk diçe.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser zêdetirî milyonek û 100 hezar koçber li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û bi tenê Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî wan dike.