Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN KOBANÊ BI MEŞEKÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ŞERMEZAR KIRIN

Ciwanên herêma Firatê ji bo şermezarkirin Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abddulla Ocalan meşek lidarxistin û banga azadiya rêber Apo kirin.
Meş li bajarê Kobanê bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî re dîwarê Îmraliyê hilweşînin û azadiyê ser bixin’ ji Girê Miştenûrê dest pê kir û li qada Jina Azad veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rodîn Bozan got: “Ev 25 sal in hêzên komploger dixwazin bi rêya komployê fikrê Rêber Apo tune bikin. Lê fikra Rêber Apo komployên wan vala derxist”.
Rodîn Bozan diyar kir ku ew wekî ciwan dê li ser fikra Rêber Apo bimeşin.
Beşdarên meşê jî bi israr banga azadiya rêber Apo kirin.